PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 18ê Kanûnê, pêşwazî li Konsulê Giştî yê Tirkiyê yê Hewlêrê Mehmet Mevlud Yakut kir.
Piştî hevdîtinê hat ragihandin ku rewşa siyasî ya navçeyê, girîngiya ewlehî û aramiya Iraq-Kurdistanê, bandora wê li ser aramiya navçeyê û dostanî û pêwendiyên aborî-bazirganî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de hatin gotûbêjkirin.
Herwiha di hevdîtinê de behsa pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de hat kirin û tekezî li ser bicihanîna rêkeftina di navbera aliyên siyasî û rengvedana wê li ser biryarên hikûmeta nû ya Iraqê hate kirin.
Di beşeke din a hevdîtinê de jî girîngiya bicihkirina rêkeftina Şingalê, vegera koçberan ser cih û warê bav û kalên xwe, bidawîkirina êş û azar û jiyana koçberiya xelkê devera Şingalê hat axaftin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin