PeyamaKurd - Li navçeya Hemdaniye ya Nînowa rewş her ku diçe aloztir dibe. Piştî karesata şewatê xizmên kesên ku di bûyerê de jiyana xwe ji dest dabûn mala xwediyê Salona Dawetê ya Heîsem a li navçeyê şewitandin û encamên komîsyona lêkolînê red kirin.
Xizmên kesên ku di şewata navborî de jiyana xwe ji dest dabûn, di 21ê Cotmeha 2023an de bi armanca şermezarkirina encamên komîsyona lêkolînê ya girêdayî Wezareta Karên Navxweyî ya Iraqê, mal û milkê xwediyê Salona Dawetê ya Heisem şewitandin.
Di demekê de ku piştî şewitandina salona dawetê di navbera alîgirên hinek kesayetiyên mesîhî yên Nînowa de alozî derket, mala endamê Fraksiyona Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) li Parlamentoya Iraqê Ehlam Ramazan Kakeyî hat şewitandin.
Piştî xwepêşandan û êrîşan duh bi şev ji saet 19:00 heta saet 06:00 li Hemdaniyê qedexeya derketina derve hat ragihandin.
-Rumeo Hekarî: Hewl didin demografiya Deşta Nînowa biguherînin
Sekreterê Giştî yê Partiya Beyn Nehreyn Rumeo Hekarî ji K24ê re ragihand, xelkê Hemdaniyê û xizmên wan kesên ku di wê bûyerê de jiyana xwe ji dest dane, bi hêrsa hikûmeta Iraqê û Wezareta Navxweyî ne. Karûbarên ne eşkerekirina hûrgilî û rastiyên bûyerê ji pêkhate û welatiyên li Deşta Nînowa re. Ji ber vê yekê kesên ku xizmên xwe di şewatê de winda kirin şeva borî mal û milkê xwediyê Salona Dawetê ya Heisem şewitandin.”
“Bûyerên şeva borî di navbera xelkê Hemdaniyê û mesîhiyên ku piştgiriya xwediyê salona dawetê dikin de alozî derket.” Hekarî got, "Lihevnekirinên siyasî yên di navbera partiyên Xiristiyan de bûne sedema gelek pirsgirêk û qeyranan, guhertina demografyaya herêmê jî di nav de ye."
Hekarî diyar kir, ew weke partiyên siyasî dixwazin hikûmeta federal ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê gavên cidî biavêje û got, “Baweriya me bi civaka navneteweyî û komîteya ku ji aliyê hikûmeta federal ve ji bo şewata li Hemdaniyê hatiye avakirin, naynin. Em dixwazin hemû alî bi ciddî li ser vê mijarê bisekinin da ku rewş xerabtir nebe û gelê me koçber nebin û welatê xwe terk nekin.” got.
Li navçeya Hemdaniye ya Nînowa di 26ê Îlona 2023an de li salona dawetê şewat derket. Di şewatê de zêdeyî 125 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdeyî 150 kes jî birîndar bûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin