PeyamaKurd - Ajansa Bloomborg a Amerîkî bi zarê senatorekî Amerîkî ragihand, ji bo ku Tirkiye siyaseta xwe ya heyî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê biguherîne û ji S-400ên sîstema parastina hewayî yên Rûsyayê paşde vegere, li pêşiya Tirkiye tenê çend hefte hene ku Tirkiye pabend nebe wê rastî cezayan were.
Li gorî Bloombergê di serdana Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan a Washingtonê de, ti îşaretên çareseriyeke berbiçav di dozên ku têkiliyên Amerîka-Tirkiyê xirab dikin de, tune bûn. Di dema vegerê de Erdogan israr kir ku welatê wî bi ti awayî dest ji sîstema S-400an bernade.
Rayedarên Amerîkayê, belavkirina sîstema S-400 li kêleka balafirên NATO`yê wek metirsiyekê ku nayê qebûlkirin, dibînin.
Senatorê eyaleta Carolinaya Başûr Lendsy Graham ê nêzî Serok Donald Trump ku bi berpirsên Tirkiyê re çend caran pêwendî kiriye dibêje "Li pêşiya Tirkiyê ne sal, lê belê çend hefte hene ku peymana S-400 bi dawî bike û êrîşên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bide rawestandin an jî dê rastî cezayan were."
Endamê Senatoya Amerîkayê Joni Arnest jî ji Bloombergê re gotiye, eger Tirkiye daxwazên Amerîkayê bi cih neyîne, ji bilî ferzkirina cezayan li pêşiya Amerîkayê ti rêyên din namînin.
Joni Arnest gotiye, "Divê em li gorî qanûnê tevbigerin. Em derfetê didin Tirkiyê ku ji peymana S-400 paşve vegere. Serokê Amerîkayê gelek pêşniyar ji Tirkiyê re kirin, divê Erdogan jî biryarekê bide."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin