222 kes hatin desteserkirin: Diyarbekir jî di nav de ye

222 kes hatin desteserkirin: Diyarbekir jî di nav de ye

PeyamaKurd – Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî operasyona hemwext a li 36 parêzgehan ku Diyarbekir jî di nav de ye eşkere kir. Wezîrê Karên Navxweyî Yerlîkaya ev agahî parve kir:

"Di operasyonên "GÜRZ-8" yên ku li 36 parêzgehan li dijî Rêxistina Terorê ya Veqetandî (BTO) hatin kirin de, 222 gumanbarên ku hat tesbîtkirin ku di nava Rêxistina Terorê ya Cûdaxwaz de tevdigerin, hatin girtin. Ez dixwazim miletê me yê ezîz bizanibe ku em tehamulî tu terorîstan nakin. Bi hewldanên bilind ên hêzên me yên ewlehiyê, heta terorîstê dawî bê berterefkirin, em ê têkoşîna xwe ya ji bo aştî, yekîtî û hevgirtina miletê xwe bi biryardarî bidomînin."

Wezîrê Karên Navxweyî di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got: “Bi kordîneya Midûriyeta Giştî ya Ewlehiyê ya TEM û Midûriyeta Îstixbaratê; Ji aliyê Midûriyeta Polîsan a Parêzgehan Midûriyetên Şaxa TEMê; di operasyonên ku li Edene, Adiyaman, Agirî, Enqere, Antalya, Erdexan, Balıkesir, Batman, Bîngol, Bursa, Çanakkale, Denizli, Diyarbekir, Elezîz, Erzirom, Eskîşehîr, Dîlok, Hatay, Stenbol, Îzmîr, Qeyserî, Manîsa, Kocayelî, Mêrdîn, Mêrsîn, Mûş, Nîgde, Sakarya, Sêrt, Şanliurfa, Şirnex, Tekîrdag, Wan û Yalovayê hatin kirin de kesên ku hatin desteserkirin ev in;

Derbarê wan de agahî hene ku ew ê wek endamên rêxistina terorê ya çekdar tev li qadroyên rêxistinê bibin, berê di nav rêxistina terorê ya cudaxwaz de cih girtine, bi hesabên xwe yên medyaya civakî propagandaya rêxistina terorê kirine, teror fînanse kirine, li ser navê rêxistina terorê tevlî hevkarî û xebatên kûryeyî bûne, di nav rêxistina terorê ya cudaxwaz (BTÖ) de cih girtine. Hat diyar kirin ku cezayê wan ê dawîn ê girtîgehê heye û qeyda wan a lêgerînê heye."

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin