PeyamaKurd- Li bajarê Idlibê balafirên Rûsyayê li zîndana ku DEAŞî têde bûn xist û DEAŞ iyên di zîndanê de firar kirin. Dema li zîndanê dan, tenê beşek jê zerarê dît û gelek kes bi DEAŞiyan re firar kirin. DEAŞiyên di zîndanê de ji gelek teqîn û bûyerên li Idlibê çêbûn, berpirsin.
Muxalifên leşkerî û grûbên muxalif yên li Idlibê, bi pey firariyan ketin û dest bi operasyonê kirin. Di noqteyên kontrolan de tedbîr hatin girtin. Li gor agahiyan hinek ji DEAŞiyan hatine girtin.
Mal çavdiriyê ya muxalifan do ragihandibû ku balafirên Rûsyayê yên SU 34 ji baregeha Himeymimê (Lazkiye) rabûne û bi giştî li Idlib û der û dora Idlibê xistine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin