Bi sedan mêvanên Pakistanî li Balafirgeha Bexdayê asê man

Bi sedan mêvanên Pakistanî li Balafirgeha Bexdayê asê man

PeyamaKurd – Hat diyarkirin ku 654 ziyaretvanên Pakistanî ji ber pirsgirêkên teknîkî 2 roj in li Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê asê mane.

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Karên Derve ya Pakîstanê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku ji ber pirsgirêkên teknîkî yên di du balafirên Rêyên Hewayî yên Iraqê de 654 ziyaretvan li Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê mane.

Li gorî daxuyaniyê, Wezareta Derve ya Pakistanê ferman daye Balyozê Pakistanê li Iraqê ku heta vegerandina geştên esmanî ji bo geştyaran, erzaq û keresteyên xwarinê ji wan re peyda bike.

Hat diyarkirin ku Wezareta Karên Derva û Balyozxaneya Pakistanê bi Hikûmeta Iraqê ra di pêwendiyê de ne da ku ziyaretvan di demeke herî nêz da vegerin Pakistanê.

Rêveberiya Firokexaneya Navdewletî ya Bexdayê hêvî dike ku mêvanên asê mane îro (Şemî 31.08.2024) vegerin welatên xwe.

Li gorî agahiyan, îsal 21 milyon û 480 hezar û 525 ziyaretvan ji navxwe û derveyî Iraqê beşdarî merasima Çilemîn (Erbeîn) a Îmam Husên bûne.

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin