Êrîşa bi moşekan li ser Balafirgeha Bexdayê: Kuştî û birîndar hene

Êrîşa bi moşekan li ser Balafirgeha Bexdayê: Kuştî û birîndar hene

PeyamaKurd - Di şevê de pênc moşek li Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê û derdora wê hatin avêtin, di encamê de çar kes birîndar bûn.

Serokê Tora Medyaya Ewlehiyê ya Iraqê Saad Maan ragihand ku roja Şemiyê, 15ê Adara 2026an, derdora saet 7:00ê êvarê pênc moşek li Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê û derdora wê hatin avêtin.

Maan diyar kir ku di encama teqînan de çar kes birîndar bûne.

Li gorî raporan, moşek li pêşberê Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê, tesîseke paqijkirina avê, deverên nêzîkî Baregeha Hewayî ya Şehîd Ala û derdora Girtîgeha Navendî (Kerx) ketine.

Serokê Tora Medyaya Ewlehiyê ya Iraqê diyar kir ku piştî êrîşê, hêzên ewlehiyê operasyoneke lêgerîn û paqijkirinê dest pê kirine, û platforma avêtinê di wesayîtekê de li herêma Ridwaniyeyê ya li rojavayê Bexdayê hatiye terikandin.

Di bersiva vê binpêkirina ewlehiyê de, fermandarên sektorê û efserên îstîxbaratê yên berpirsiyarê herêma ku êrîş lê pêk hatiye, hatin ferman kirin ku ji kar werin dûrxistin.

Lêpirsîneke berfireh a qanûnî li ser bûyerê hatiye destpêkirin û tedbîrên ewlehiyê li deverên krîtîk gihîştine asta herî bilind.