PeyamaKurd - Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ku ji aliyê qeyûmê li şûna şaredarê hilbijartî yê HDPê Selçûk Mizrakli ve tê birêvebirin, peykerên ecêb ku bûn sedema pêkenîna xelkê li derdora balafirgeha Diyarbekirê danîn.
Qeyûmê Diyarbekirê li wan peykerên ku ti eleqeya wan bi çand û civaka bajêr nîne, 4 milyor û 412 hezar lîreyê tirkî xerc kiriye.
Peykerên ecêb li ser medya civakî jî bûn mijara henek û pêkenînê û gelek kesan li ser wan peykeran laqirdiyên xwe kirin.
Wek mînak peykerekî zebeşê navdar ê Diyarbekirê hatiye çêkirin ku zarokek jî di nav de ye û ew zarok qet naşibe kurdan ku wekî koreyiyan xuya dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin