PeyamaKurd – Wezîra karên derve ya Fînlandiyayê Elina Valtonen li ser êrîşa ser konsulxana Tirkiyê ya Helsinkiyê bertek nîşan da. Kesên di rûyên wan de maske hebûn bi boyaxê û bomba mijê êrîşê ser konsulxana Tirkiyê ya Helsinki ya Fînlandiyayê kirin. Li ser êrîşê wezîra di ser hesabê xwe yê Xê de got:
“Ez îro ji ber vandalizma ser konsulxana Tirkiyê xemgînim. Tevgerên dijminane yên ser mîsyonan nayê qebûl kirin. Polîs, di mijarê de lêpirsînê da destpêkirin. Ez bawerim em ê di nêz de baş fêm bikin bê mijar çiye!”
Konsulxane ragihandibû ku kesên bi maske bi pisqilêtên kirêkirî, bi bombeyên mijê û bi boyaxê êrîşê ser konsulxanê kiribûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin