Rojnameya El Weten: HSD bajarekî radestî rêveberiya Samê dike

Rojnameya El Weten: HSD bajarekî radestî rêveberiya Samê dike

PeyamaKurd – Rojnameya El Weten a nêzîkî rêveberiya Şamê îdia kir ku dê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ji Minbicê vekişe û kontrola bajêr bi temamî radestî artêşa Sûriyê û rêveberiya rejîmê bike.

El Wetenê îdia kir ku dê ev destguhertina bajarê Minbicê jî di çarçoveya rêkeftina piştî êrîşên Tirkiyê yên ser Rojava bi HSDê re hatiye kirin pêk tê.

Herwiha El Wetenê di nûçeya xwe de gotiye ku hêzên Kurd dest bi amadekariyên vekişîna ji Minbicê kirine û muhtemele ku dê vekişîn heta destpêka hefteya bê bidawî bibe û bajarê bo rêveberiya Şamê were radestkirin.

Nûçeya El Wetenê ya ku îdiaya vekişîna ji Minbicê belav kiriye doh hatiye weşandin û hê ji aliyê HSDê ve ti daxuyaniyek nehatiye dayîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin