Pentagon: Me 30 tanksawar da Ûkraynayê

Pentagon: Me 30 tanksawar da Ûkraynayê

PeyamaKurd – Li gor ragihandina Pentagonê; di meha cotmehê de, di çarçoveya alîkariya leşkerî de 30 tanksawar û 180 fuze teslîmê Ûkraynayê kirine. Li ser sewqiyata alavên bergiriyê yarbay Anton Semelroth ragihandinê kir. Berdevk Semelroth di ragihandina xwe de weha got:

“Di çarçova alîkariya leşkerî ya bi miqdarê 60 mîlyon dolarî ya 1 ê êlûnê de, me 30 sîstema Javelin tanksavar û 180 fuzeyên wan da Ûkraynayê. Teslîmat di 23 yê cotmehê de hat kirin.

Amerîka di sala 2021 ê de ji bo desteka şiyanên parastina hukumraniya axa Ûkraynayê, wek perçeyekî ji sozên xwe, bi miqdarê 450 mîlyon dolarî zêdetir alîkariya Ûkraynayê kir.”

Rêvebiriya Amerîkayê ji sala 2014 ê û heya niha ji bo desteka hêzên hewayî yên Ûkraynayê 2.5 mîlyar dolar pere veqetandiye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin