PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, car din dijatiya xwe ya bo endamtiya NATOyê bo welatên Fînlandiya û Swêdê anî ziman û bi taybet jî bal kişand ser xwepêşandanên alîgirên PKKê yên li Swêdê ku çend roj berê alên PKKê daliqandibûn.
Erdogan di axaftineke xwe ya bo ciwanan de, li ser mijara endamtiya NATO ya Fînlandiya û Swêd jî daxuyanî dan û got: "Me ji hevalên xwe yên pêwendîdar re gotiye ku em ê ji bo endamtiya NATO ya Fînlandiya û Swêd bibêjin ‘NA’. Em ê wiha di rêya xwe de bimeşin.”
Herwiha Erdogan diyar kir: "Di pêngava bo NATOyê de, malûm ev Swêd û Fînlandiya, ev hemû terora li welatê me li welatê xwe dihewînin. Dê wiha malevaniyê li PKK û YPGê bikin, meşa li dar bixin, potên xwe bi her derê ve daliqînin… Bila li qisûrê nenêrin. Dema welatek bêje ‘Nexêr’ nikarin bikevin NATOyê û wî welatê naxin nav xwe. Em jî di vê mijarê de bi biryar in. Herdu welat bi taybet jî Swêd hêlîna terorê ye. Derbarê çekan de jî ambargo danîne ser me.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin