PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Yekşemê pêşwazî li Balyozê Qeter li Iraqê Xalid Hemed û şanda digel wî kir.
Di hevdîtinê de şanda mêvan tekez kir ku welatê wan dixwaze pêwendiyên xwe ligel Herêma Kurdistanê bihêz bike û ji bo vê yekê jî Qeter dixwaze konsulxaneya xwe li Kurdistanê veke.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo weberhênana biyanî amade ye û ji bo weberhênerên Qeterî jî hemû asankariyan dike da ku di proseya pêşxistina Herêma Kurdistanê de beşdar bin û beşdariya wan jî girîng û erênî ye. Herwiha Herêma Kurdistanê dixwaze pêwendiyên xwe bi Qeter re bihêz bike.
Serokê Herêma Kurdistanê behsa pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê kir û bal kişand ser çareserkirina pirsgirêkên di navbera herdû aliyan de. Barzanî herwiha rewşa siyasî û aborî ya Herêma Kurdistanê û Iraqê û koçberan li Herêma Kurdistanê bi mêvanê xwe re parve kir.
Ji aliyê xwe ve Balyozê Qeterê li Iraqê silav û rêzên serkirdeyên Qeterê gihand Serokê Herêma Kurdistanê û tekez kir ku welatê wî dixwaze pêwendiyên xwe ligel Herêma Kurdistanê û Iraqê pêş bixe û ji bo vê yekê jî ew dixwazin Konsulxaneya Qeter li Hewlêr vekin û sektora taybet û sermayedarên Qeterî han dide ku li Herêma Kurdistanê kar bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin