Brîtanya: Tevgerên dawî yên Îranê bo ewlekariya me tehdîdin

Brîtanya: Tevgerên dawî yên Îranê bo ewlekariya me tehdîdin

PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Brîtanyayê Dominic Raab ragihand ku niyeta Îranê ya ku dixwaze sozên bo peymana nukleerî daye kêm bike, bo ewlekariya netewî ya Brîtanyayê tehdîd e. Raab peyama xwe bi awayeka nivîskî weha ragihand:

“Tevgerên Îranê yên vê dawiyê aşkera li dijî peymanê ye û bo ewlekariya me ya netewî tehdîde. Em dixwazin bi rêya diyalogê ya navdewletî çareseriyekê jê rê bibînin. Divê Îran li ser soza xwe bimîne û bi temamî vegere ser peymanê.”

Serokê Îranê Hesen Rûhanî bi sedema ku welatên Awrûpayê soza xwe neanîne cîh, weka gava çarem, gotibû ku wê li tesîsa Fordo ya Nukleerî ku li bajarê Qûmê ye, wê ji sibê û bi şûn de, xaz enjekte bike hezar û 44 santrîfujên wê derê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin