PeyamaKurd- Li ser gotinên Serokomarê Tirkiyeyê yên li dijî Yunanîstanê ku gotibû “Dibe ku em şevekê ji nişke ve werin” cara yekemîn ji Amerîkayê nirxandinek hat kirin. Di nirxandinê de ji aliyan hat xwestin ku li dijî hev rêzdar bin.
Nirxandina aloziya navbera Yunanîstan û Tirkiyeyê ji aliyê berdevkekî Amerîkayê ve hat kirin. Li ser gotinên Erdogan ên li dijî Yunanîstanê bi kar hanîbû, hat gotin ku
“Gotinên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan ên li dijî Yunanîstanê, hêrsê zêde dikin û tu fêdeya vê zêdebûna hêrsê jî tuneye. Divê rêz li yekparçeyiya axa her welatî were girtin.”
Miçotakis, nerazîbûn nîşan da
Serokwezîrê Yûnanistanê Kyriakos Miçotakis jî li ser gotinên Erdogan nerazîbûn nîşan da û bi rêya daxuyaniyekê ragihand ku gefên Tirkiyeyê nayên qebûlkirin û nabe ku welatekî hevpeymanê NATOyê, gefan li Yunanîstanê bixwe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin