PeyamaKurd- Li Lubnanê xwepêşandan dewam dikin. Di navbera xwepêşandêran û grûbên destekvanên Hîzbûllahê de gengeşe derket. Grûbên destekvanên Hîzbullahê êrîşê xwepêşandêran kirin.
Li Lubnanê bi sedema baca zêde ku danîn ser xelkê, ji 17 ê cotmehê heya niha xwepêşandan dewam dikin. Sedema êrîşa îro ya bo ser xwepêşandêran hat nişandan ku xwepêşandêr di eleyhiya Hesen Nasrallah ê serokê Hîzbullahê de slogan gotine. Lê ev êrîş berya ku Hesen Nasrallahê serokê Hîzbullahê li Meydana Sulhê ya Riyadê biaxife hat kirin.
Piştî êrîşan û birîndariya jimareyeka mirovan, bi mudaxeleya hêzên asayîşê karibûn li ber bûyerên mezin, rê bigrin.
Di xwepêşandanan de 3 kesên xwepêşandêr hatin binçavkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin