Tarîxa serdana serokomarê Îsraîlê ya bo Tirkiyê eskere bû

Tarîxa serdana serokomarê Îsraîlê ya bo Tirkiyê eskere bû

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Serokomarê Îsraîlê Isaac Herzog, di çarçoveya normalezîkirina pêwendiyên her du welatan de serdaneke girîn bo Tirkiyê dike.

Li gorî ragihandina medya Îsraîlê Herzog, wê di navbera 9-10ê meha Adarê de serdana Tirkiyê bike.

Beriya niha Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihandibû ku wan rûpeleke nû ji bo pêwendiyên her du welatan vekiriye û Serokomarê Îsraîlê Herzog jî dê serdana Tirkiyê bike.

Herwiha berîya serdana Herzog, sibe 16ê Sibatê şandeke Tirkiyê ya ji Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin û Cîgirê Wezîrê Derve Sedat Onal pêk tê jî serdana Qûdsê dike û bi Serokê Filîstînê Mehmûd Ebas re dicive.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin