PeyamaKurd-Rejîma Sûriyê rojnamevanan li taxa Dûmayê ya ku êrîşên şekên kîmyewî lê hatibûn bikaranîn gerandin lê mufetîşên çekên kîmyewî heya roja çarşemê wê nikaribin herin li herêmê bigerin.
Rûsya ragihandibû ku dîmen yên xapandina îstîxbarata Îngîlîzaye û çekên kîmyewî nehatine bikaranîn. Serokê rêxistina qedexekirina çekên kîmyewî (OPCW) Ahmet Üzümcü ragihand ku 5 roje mufetîş li Şamê li benda îznê ne û 11 roj di ser bûyerê de derbas bûye. Hêjî mufetîş nikarin bikevin herêmê.
Rûsya dibêje roja çarşemê mufetîş dikarin herin herêmê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin