Li Kayserî û Semsûrê erdhej çêbû!

Li Kayserî û Semsûrê erdhej çêbû!

PeyamaKurd – Li Semsûrê serê sibê di saet 07.02an de bi lerza 3,5an erdhejek pêk hat. Li Sariza navçeya Qeyseriyê bi lerza 2,5an erdhejek pêk hat.

Li gorî daneyên ku AFADê parve kir, piştî erdheja duh a li Kayserî/Sarizê bi lerza 4,7an pêk hat, danê vê sibehê saet di 07.01an de bi lerza 2,5an erdhejek pêk hat.

Rasatxaneya Kandîlliyê diyar kir, mezinahiya erdhejê 2,4 e, navenda erdhejê jî Mereş Afşîn e.

Piştî vê erdhejê deqeyekê saet 07.02an li Adiyaman Çelîxanê erdhejek pêk hat. AFAD û Rasatxaneya Kandîlliyê mezinahiya erdhejê 3,5 tomar kirin.

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin