Li Hîzan a Bedlîsê operasyon destpêkirin

Li Hîzan a Bedlîsê operasyon destpêkirin

PeyamaKurd- Li navçeya Hîzan a bi ser bajarê Bedlîsê, bi sedema destpêka operasyona li dijî PKKê, li 10 gundan derketina derve hat qedexekirin. Heya emreka dinê siet ji 4 ê piştî nîvro heya dotira rojê siet 7 ê sibê, derketina derve hat qedexekirin.

Parêzgeha Bedlîsê ragihand ku li herêmê ciyên ku PKK yî di wan de dihewin, hatine tesbîtkirin. Lewra qedexe hatiye danîn. Qedexeya derketina derve, wê bandoreka neyînî li perwerda zarokan neke. An ku zarok wê dikaribin herin dibistanên xwe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin