Mesrûr Barzanî: Pêwendiya xurt a Hewlêr û Washingtonê ji bo parastina herêmê girîng e

Mesrûr Barzanî: Pêwendiya xurt a Hewlêr û Washingtonê ji bo parastina herêmê girîng e

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî civîna bi Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka Mark Esper re li Munchenê ragihand, Pêwendiya bihêz a Hewlêr û Washingtonê bo parastina herêmê girîng e.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê medya Civakî Twitterê peyamek weşand. Barzanî di peyama xwe de nivîsî: “Di civîna bi Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka Mark Esper re, me tekez kir, pêwendiya bihêz a di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîka de bo parastina Herêma Kurdistanê, Iraq û herêmê girîng e”. 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro di roja duyemîm a Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê 2020an de, bi Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka Mark Esper re civiyabû.

Mesrûr Barzanî di civîna îsal de, bi hejmarek serok, serokwezîr, wezîr û serkirdeyên welatên cîhanê re çendîn civînan pêk tîne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin