PDK û Komel li ser kirina hilbijartinan 'di wext de' mutabiq in

PDK û Komel li ser kirina hilbijartinan 'di wext de' mutabiq in

PeyamaKurd – Piştî civîna PDK û Komelê berdevkên herdu aliyan ragihandin, ku divê hilbijartinên Kurdistanê di wextê xwe de bên kirin.

Şandeka PDKê bi serokatiya Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî îro bi Serokê Komelê Elî Bapîr re hevdîtin kir.

Piştî hevdîtinê, Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed û Berdevkê Komelê Ebdulsetar Mecîd daxuyanî dan. Berdevkê PDKê diyar kir, hinek alî ji dengên gel ditirsin ji ber wê jî newêrin bi fermî daxwaza paşxistina hilbijartinan bikin.

Mehmûd Mihemed, li ser naveroka civînê axivî û go: “Me bi hevalên Komelê re behsa pêkanîna hikûmeta Iraqê û hilbijartinên Kurdistanê kir. Di mijara hilbijartinên Kurdistanê de Komel jî mîna me hizir dike. Ew jî dixwazin hilbijartin di wextê de were kirin û êdî temenê parlamentoyê neyê dirêjkirin.”

Li ser wan partî û aliyên ku daxwaza paşxistina hilbijartinan dikin jî Mehmûd Mihemed got: “Heta niha tu kesî bi fermî daxwazeke wûsa nekiriye. Lê ew ditirsin û newêrin bi fermî û eşkere vê yekê bêjin. Ew dixwazin bi rêka sosyal medyayê daxwaza xwe bidin xuyakirin.”

Ebdulsetar Mecîd jî behsa naveroka civînê kir û got, bi nêrîna me divê hilbijartin were kirin û di wextê xwe de jî bê kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin