Îran, li ser dîlgirtiyan bi Hamasê re axivî

Îran, li ser dîlgirtiyan bi Hamasê re axivî

PeyamaKurd- Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Nasir Kenanî diyar kir ku ji bo serbestberdana girtiyên ku ne welatiyên Îsraîlê ne, ew bi Hamasê re danûstandinan dikin.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Îranê IRNAyê, Kenanî di civîna çapemeniyê ya heftane de pirsên li ser rojevê bersivandin.

Kenanî got, “Hin welat bê şert û merc piştgiriya Rejîma Siyonîst dikin. Piştgiriya ji aloziya li navçeyê dê bibe sedema bertekan. Hûn çi biçînin hûn ê wê bidirûn."

Nasir Kenanî li ser pirseke derbarê îhtimala beşdarbûna Heşda Şeibî di şer de got ku “Hizbullahê bal kişand ser axaftina ku tê payîn Sekreterê Giştî Hasan Nasrallah roja înê bike. Ez jî li benda axaftina Nasrallah im.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin