PeyamaKurd - Li dîwana wezareta Pêşmerge rêkeftineke protokolê di navbera wezareta Pêşmerge û tîma leşkerî ya Almanya de hate îmzekirin.
Hat ragihandin ku îro Sêşemê bi amadebûna rêveberê hemahengî yê pêwendiyên wezareta Pêşmerge Emîd Rukin Hejar Omer û fermandarê hêzên Almanya yên li herêma Kurdistanê Kolonel Nogradî protokolek hate îmzekirin.
Emîd Rukin Hejar Omer spasiya tîma leşkerî ya hêzên Almanyayê kir ji bo hewkarî û piştevaniyên wan ên berdewam bo wezarata Pêşmerge û navenda ziman a taybet Pêşmerge.
Tîma leşkerî ya Almanyayê jî bal kişand ser wê yekê ku hêzên Almanyayê berdewam dibiin di hevkarî û piştevaniyên xwe yên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de.
Herwiha herdu aliyan behsa girîngî û berdewamkirina hemahengî û alîkariyên navbera Almanya û herêma Kurdistanê kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin