Hewlêr | Wê Çîn 100 hezar derziyên Sinopharm wek alîkarî disîne

Hewlêr | Wê Çîn 100 hezar derziyên Sinopharm wek alîkarî disîne

PeyamaKurd - Konsulê Giştî yê Çînê yê li Hewlêrê ragihandiye ku welatê wî 100 hezar derziyên Sinopharm ên dijî vîrusa koronayê ji bo Herêma Kurdistanê dabîn dike.

Konsulê Komara Çînê di serdana roja 29ê Tîrmehê ya Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw de ragihandiye ku Komara Millî ya Çînê piştevanî û alîkariya Herêma Kurdistanê dike û dixwaze bi taybetî xizmeta xelk û bajarê Hewlêrê bike.

Di vê çarçoveyê de, Konsulê Komara Çînê diyar kir: “Bi mebesta bihêzkirina dostaniya dîrokî ya navbera gelê Çîn û gelê Kurdistanê, em dixwazin xizmetek pêşkêşî bajarê Hewlêrê bikin, em îro hatin da ku ragihînin; bi rêya danîna 90 stûnên ronîkirinê ku bi tîrêjên rojê dixebite û ji cûreyên herî pêşketî ne, cadeyeke Hewlêrê ronî bikin, herwiha em radigihînin ku em di demeke nêz de 100 hezar vaksîna Sinopharm a Çînî pêşkêşî Herêma Kurdistanê dikin.”

Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw jî diyar kir ku ew bi navê Hikûmeta Herêmê û parêzgeha Hewlêrê û xelkê bajêr, spasiya vê alîkariyê dikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin