Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî (BCF) di rojên Cejna Qurbanê de li seranserî parêzgeh û kampên Başûrê Kurdistanê kampanyayeke berfireh a mirovî ji bo alîkariya malbatên kêmdahat, koçber û xwediyên pêdiviyên taybet bi rêve bir.
Li gorî amarên fermî yên dezgehê, di vê çarçoveyê de zêdetirî 26 hezar û 570 malbatî ji pakêtên xwarinê, ard û goştê qurbanê sûd wergirt.
Pakêtên xwarinê gihîştin 13 hezar û 270 malbatan, ard li 6 hezar û 800 malbatan hat dabeşkirin û 6 hezar û 500 malbatan jî goştê qurbanê wergirt.

Di çarçoveya vê kampanyeya alîkariyê de, li Kerkûk û Dubizê 3 ton goşt li hezar malbatî hat dabeşkirin. Herwiha li Hewlêr (kampên Dîbege, Behirke û Hesen Şam), Silêmanî (Pîremegrûn), Germiyan, Helebce, Dihok, Zaxo û Amêdiyê tîmên dezgehê alîkariyên wekî xwarin, cil û bergên cejnê û şîrê zarokan gihandin destê hewcedaran da ku di rojên cejnê de barê aborî yê ser milê wan sivik bikin.