PeyamaKurd - Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li gundên Qamişlo alîkarî pêşkêşî 945 malabatan kir.
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) ragihand ku rojên Şemî û Yekşemê alîkarî li gundên derdora Qamişlo hatine belavkirin û nêzîkî 950 malbatan ji wan alîkariyan wergirtine.
Hate diyarkirin ku alîkarî ji selikên xwarinê û berhemên şîr û şîrên zarokan û cilûbergan pêk dihatin.
Hêjayî gotinê ye, BCF ji 21ê Çileyê ve rojane alîkariyan li Rojavayê Kurdistanê pêşkêşî koçber û niştecihên herêmê dike.