Hêzên Hevpeymaniyê: Êrîsên ISÎDê, li wan deveran kêm bûne!

Hêzên Hevpeymaniyê: Êrîsên ISÎDê, li wan deveran kêm bûne!

PeyamaKurd- Hevpeymaniya Navdewletî ya Li Dijî Rêxistina Terorê ya IŞÎDê ragihand ku di mehên destpêkê yên sala 2023yan de êrîşên IŞÎDê yên li Iraq û Suriyeyê kêm bûne.

Ji aliyê Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya Li Dijî IŞÎDê Sererkan Matthew MacFarlane ve daxuyaniyek hat dayîn û hat gotin ku

"Ji destpêka salê heta hefteya yekem a nîsanê, li Iraqê li gorî heman heyama sala borî, me di êrîşên IŞÎDê de ji % 68 êrîş tomar kirin.

MacFarlane yê ku di civîna çapemeniyê de bersiva pirsên rojnamevanan da, got ku "Me li Suriyeyê di heman heyamê de ji % 55 kêmbûnek tomar kir" û bal kişand ku êrîş ji aliyê yek an çend kesan ve hatine kirin û ew jî sînorkirî ne.

Sererkan amaje kir ku êrîşên li Iraqê, li gorî sala borî ji % 80 û li Suriyeyê jî ji % 37 kêm bûne û got ku Remezana di salên dawî de jî wekî yek ji aramtirîn mehên Remezanê hatiye tomarkirin.

Piştî ku di sala 2014an de rêxistina terorî li Iraq û Suriyê rabû, ji aliyê Koalîsyona Navdewletî ya bi pêşengiya Amerîka û têkoşîna Kurdan ve hat têkbirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin