PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyoza Norwecê li Urdin û Iraqê Tone Allers civiyan û mijara pêvajoya siyasî ya Iraqê gotûbêjkirin.
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê pêşwaziya Balyoza Norwecê li Urdin û Iraqê Tone Allers û şanda li gel kir.
Li gorî daxuyaniya hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de Balyoza Norwecê ragihandiye ku ew bo ji nêzîk ve dîtina rewşa Herêma Kurdistanê û herwiha agahdarbûna helwesta Herêma Kurdistanê ya li ser pêvajoya siyasî ya Iraqê ev serdan pêk aniye.
Serokwezîr Barzanî jî bi puxteyî nêrînên xwe yên li ser pêşhateyên dawîn yên rewşa siyasî û herwiha rûniştiya yekemîn a Parlamentoya Iraqê anî ziman.
Herdu aliyan egerên pêkanîna hikûmeta Iraqê ya li gorî berjewendiyên pêkhateyên Iraqê gotûbêj kirin. Herwiha behsa berqerarkirina seqamgîrî û aramiya Iraqê, berçavgirtina mafên destûrî û rewa yên gelê Kurdistanê, pêgeh û rola Kurdan kirin.
Şanda Norwecî ji ber hewandina koçber û penaberan pesnê rola Herêma Kurdistanê da û herwiha tekez kir ku hikûmeta Norwecê dixwaze hevkariyên xwe yên ji bo koçber, penaber û pêkhateyên ayînî li Herêma Kurdistanê berdewam bike.
Di hevdîtinê de herwiha mijarên wek paşeroja peywendiyên Norwec û Herêma Kurdistanê, rewşa giştî ya navçeyê û hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê jî bûne rojevê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin