Hirorî: Çeteyên tirk ên ligel artêsê hatine Kurdistanê daristanan dibirin û disînin Tirkiyê

Hirorî: Çeteyên tirk ên ligel artêsê hatine Kurdistanê daristanan dibirin û disînin Tirkiyê

PeyamaKurd – Parlamentarê Kurdistanê Rêvin Hirorî got ku hin çeteyên ku ligel artêşa Tirkiyê dema operasyonê hatine nav erda Herêma Kurdistanê, daristanan dibirin û dişînin Tirkiyê.

Rêving Hirorî ji Rûdawê re gotiye, “Artêşa Tirk li nav sînorên Başûrê Kurdistanê li cihên ku bicih bûye eniyên wekî qeleyan çêdike. Hin çeteyên ligel leşkerên tirk hatine herêmê jî daran dibirin û diziya wan dikin. Li herêma bi navê ‘Nizare Tayê’ daristaneke mezin hebû. Heger hûn ji sibehê biçûna nav heta êvarê we ewr nedidîtin. Darên wê herêmê hemû hatine birîn. Li deverên Geverok-Zaxo jî cihên ku leşkerên tirk ketinê daristan bi temamî hatine birîn.”

Hirorî daye zanîn, “Li gorî agahiyên gihîştine me, çete-cerdevanên ligel leşkerên tirk hatine, muhtemele bi hevkariya kompaniyan daran dibirin û dibin Tirkiyê.”

Hirorî herwiha destnîşan kiriye ku her deverên ku artêşa tirk ketiyê dest bi xebatên çêkirina rêyan kirine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin