Berdevkê HSDê: Tirkiye nikare êrîs bike, çunkî…

Berdevkê HSDê: Tirkiye nikare êrîs bike, çunkî…

PeyamaKurd – Berdevkê fermî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Kino Gabriel li ser gefên operasyonê yên Tirkiyê bi ser Rojhilatê Firatê de, ragihand ku Tirkiye nikare êrîş bike, lewra rastiya rewşê cuda ye.

Berdevkê HSDê Kino Gabriel ji medya Kurdistanê re wiha axivî:

“Tirkiye nikare êrîşî ser Rojhilatê Firatê bike, çunkî rastiya rewşê cuda ye. Amerîkayê xalên çavdêriyê li wir danîn û ewlehiya wê derê hat dabînkirin. Ez çaverê nakim li demeke nêzîk em şahidiya zêdetir êrîşan bikin.”

Gabriel herwiha bal kişand ser ku ‘Tirkiye bi rastî jî dixwaze êrîşî ser aliyê rojhilat û rojavayê Bakurê Sûriyê bike û em dizanin ku Tirkiye hewla têkdana aramiya vê herêmê dike.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin