PeyamaKurd- Hêzên bejayiyê yên di bin serokatiya Amerîka de, baregehên xwe yên bingehîn yên li Bexdayê bi sedema ku “têkoşîna mezin ya li dijî DEAŞê” qediya ye, bi merasim rakirin.
Baregeha hêzên hevkar peyameka nivîskî belav kir û tê de got ku beşa operasyona bejayiyê, ku piştgirî dida operasyonên bejayiyê da 4.5 mîlyon Iraqiyên ku di destê DEAŞê de ne, wan ji destê rêxistinê rizgar bike, bi serkeftî karê xwe kiriye. Di rakirina merasima baregehan de, ji fermandarên hêzên operasyonê General Walter Piatt, sipasiya vê hêzê kir ku piştevaniya hukumeta Iraqê kiriye.
Berdevkê fermandarê operasyonên hevpar yên Iraqê Tumgeneral Yahya Resûl jî bo vê hêza ku di têkoşîna li dijî DEAŞê de pisporî û fedakarî û kiriye, sipasiya xwe kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin