PeyamaKurd – Li bajarê Pakitya yê Afganîstanê ji aliyê kesên nenas ve li dijî endamên îstîxbaratê êrîşek pêk hat û di wê êrîşê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Waliyê Paktiyayê Abdullah Hasrat ji çapemeniyê re axivî û da zanîn ku ji aliyê kesên nenas ve li dijî wesayîteke îstîxbaratê êşeke çekdarî pêk hatiye û di wê êrîşê de endamekî îstîxbaratê û du sivîlan can daye.
Hasrat eşkere kir ku yek jê endamê îstîxbaratê û du sivîlan, bi giştî 3 kesan, can daye û derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Heya niha berpirsyariya êrîşê negirtiye ser xwe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin