PeyamaKurd - Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) bi raporekê raghand ku li Sûriyê 5 milyon zarok ji mafên xwe bêpar mane.
Ji bo rapora ku Komîsyona lêkolînê ya bi serkêşiya zanyarê siyasetê yê Brezîlî Paulo Sergio Pinheiro hatiye amade kirin, bi 5 hezar kesan re hevdîtin hatin kirin.
Li gorî raporê, ji wan 2 milyon zarok ji mafê perwerdeyê û 3 milyon zarok jî rastî tundiya zayendî hatine.
Komîsyona lêkolînê ya Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên yekbûyî raporek derbarê zarokên li Sûriyê weşand.
Konseya Mafên Mirovan diyar kir ku piştî aloziya Sûriyê dest pê kiriye ji 2 milyonî zêdetir zarok ji mafê pewerdeyê bêpar mane ku bûyerên tundiyê yên salên borî ku bûne sedema zarok nikaribin biçin dibistanan.
Di nav wan de, bikaranîna zarokan wek leşker, tecawizkirina zarokên keç û li pêş çavên zarokan înfazkirina mirovan.
Di raporê de hat eşkerkirin ku zarok li ser destê çeteyan dibin mexdûrên tundiya zayendî û hat ragihandin ku li gorî daneyên NYyê li Sûriyê 5 milyon zarok ji mafên xwe bêpar in.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin