Avûstûrya: Em nahêlin pirsgirêkên li Tirkiye bandorê li welatê me bike

Avûstûrya: Em nahêlin pirsgirêkên li Tirkiye bandorê li welatê me bike

PeyamaKurd - Ji ber bûyerên li Viyana ku di navbera xwepêşanderên Kurd û Tirkan de derketibûn, di navbera Avûstûrya  û Tirkiye de rageşî berdewam dike.

Serokê Avûstûrya Kurz da zanîn, ew ê nehêlin pirsgirêkên li Tirkiye bandorê li welatê wan bike.

Serokê Avûstûrya Sebastian Kurz di derbarê bûyerên 24,25,26ê Hezîranê li Viyana di navbera xwepêşandarên Kurd û Tirkan de derketibûn de daxuyanî da û got, Tirkiye li welatê wan pirsgirêkan derdixe û ew ê nehêlin pisgirêkên li Tirkiye bandorê li welatê wan bike.

Kurz da zanîn, ‘‘ Tirkiye divê li ser mirovên li Avûstûrya dijîn serweriyê neke û wan ji bo lêkdanên xwe weke amûrekê bikar nîne.’’

Kurz berdewam kir û got, di şerê navbera du komên dijber ên nijadî de şûşên cam, kevir û şivên hesin hatine bikaranîn û di encamê de 9 polîs birîndar bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin