PeyamaKurd – Neteweyên Hevgirtî ragihand ku bi sedema barana demsalî li gelek deverên welatê Somaliyê lehî rabûye û li dor 214 hezar kes ji ser mal û milkên xwe koç kirine.
Ragihandina Neteweyên Hevgirtî Baregeha Koordînasyona Karên Mirovî (OCHA) di mijarê de peyamekî nivîskî belav kir û weha got:
“Li Somaliyê li rojavayê başûr, Jubaland, Hirshabelle û eyaleta Galmudugê, her weha li herêma Banadirê bi sed hezaran mirov terka malên xwe kirin.”
Herêma ku baranê zêde lê bandorê kiriye hewza Rûbarê Şabelle ye. NH ragihand ku araziyên çandiniyê di bin avê de mane û 2,1 mîlyon mirov bi xelaya xwarinê re rû bi rû mane.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin