Wî welatî, Fransî ji nav zimanên fermî derxist

Wî welatî, Fransî ji nav zimanên fermî derxist

PeyamaKurd- Li Maliyê destûra bingehîn a ku ji sala 1960î ve di meriyetê de ye, hat guherandin. Bi makezagona nû re Fransî êdî ne zimanê fermî ye. 

Li gorî makezagona nû ya ku di referandûma 18ê Hezîranê ya li Malî de ji % 96,91ê dengên ‘erê’ hat qebûlkirin û ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve jî hat qebûlkirin, zimanê Fransî êdî nebû zimanê fermî.

Li gorî metna makezagona nû, ji niha û pê ve Fransî êdî dê wekî zimanê xebatê bê bikaranîn.

Malî, koloniyeke berê ya Fransayê ye û ji dema serxwebûna xwe ya 1960î, Fransî wekî zimanê xwe yê fermî bi kar dihanî.

Zimanên "Bambara, Bobo, Bozo, Dogon, Fulanice, Maure, Miniyanka, Malinke, Sarakole, Sonrhai, Senoufo, Khassonke û Tamashek" bi biryarnameya ku di sala 1982yan de li welatê ku bi qasî 70 zimanên herêmî tê axaftin, statuya zimanê neteweyî wergirtin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin