Koalîsyona Fetîhê, Hewlêr ziyaret kir!

Koalîsyona Fetîhê, Hewlêr ziyaret kir!

PeyamaKurd- Koalîsyona Fetîhê ya Şiiyan ya Iraqî, ji bo xebatên avakirina hikûmeta nû, Paytextê Kurdistanê Hewlêr ziyaret kir.

Koalîsyona Fetîhê ya Şiiyan dixwaze ku li Bexdayê hikûmeta nû ava bike. Ji bo vê yekê jî piştgiriya Kurdan divê. Ji bo piştgiriya Kurdan îro wê li Hewlêrê bi erkdarên partiyên Kurdistanê yên ku di hilbijartinê de bi ser ketibûn re hinek hevdîtinan pêk bînin.

Berdevkê Koalîsyona Fetîhê ya Şiiyan Ahmed Esadî got ku Em dixwazin ku bi partiyên Kurdistanê yên ku di hilbijartinê de bi ser ketibûn re hinek hevdîtinan pêk bînin. Em dibêjin ku hikûmeta nû bila di xizmeta hemî gelên Iraqê de be. Gelek pirsgirêkên me hene. Divê em berî gavekê, hikûmeta xwe ava bikin.

Esadî got ku divê pirsgirêk hemî jî li gorî makezagonê werin çareserkirin. Dibe ku di navbera me de hinek cudatî hebin, lê heke em makezagonê wekî bingeh qebûl bikin, em ê hemî pirsgirêkên xwe bi hêsanî çareser bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin