PeyamaKurd- Berdevkê partiya CHP ê ya muxalefeta Tirkiyê Faik Öztrak di mijara seredana serokê Tirkiyê Erdoğan bo Amerîkayê got ku zebtên hevdîtinan li ku derê ne? Öztrak ragihand ku wan berê gotiye bila Erdoğan neçe Amerîkayê û ew wêneyê malbatî ku kişandine, ti feda wê bo Tirkiyê tine ye.
Öztrak got ku ti pirsgirêk çareser nebûne û temamê arîşeyan mane. Di mijara koçberên Sûriyê de got ku Trump temamê berpirsiyariyê xistiye alî Awrûpayê, mijara S-400an hel nebûye û ya F-35 ê li erdê maye. Öztrak ragihand ku Amerîka dest daye ser petrola Sûriyê û behsa yekîtiya Axa Sûriyê têkirin. Hem Trump Erdoğan û serokê HSDê wek hev girtiye û ferq nexistiya navbera wan.
Öztrak bale kişand ser her mijara ku nehatiye çareserkirin û berê rexneyên xwe da ser Erdoğan û hukumeta wî.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin