Erdogan: Biryara me heye ku bi Amerîkayê re rûpeleka nû vekin

Erdogan: Biryara me heye ku bi Amerîkayê re rûpeleka nû vekin

PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump û serokê Tirkiyê piştî civîneka di ser yek sietê de derketin ber çapemeniyê û di derbarê mijarên ku li serê axifîne de bersiva rojnamevanan dan û mijarên ku li serê axifîne ragihandin. Erdoğan di ragihandina xwe de behsa çareseriya S-400an û F-35 an kir û got ew dikarin bi rêya diyalogê mijarê çareser bikin. Eger Amerîka maqûl fiyetekî bo Patriotan bide Tirkiyê ,dikarin ji Amerîkayê Patriotan bikirin.

Erdoğan di behsa koçberên Tirkiyê de got ku koçberên Sûriyê destpêkirine û dadigerin. Li dora 3.5 mîlyon koçber ji Sûriyê hene. Ji wan 350 hezar Kurdin. Di mijara bazirganî de hedefa xwe weka 100 mîlyar dolar nîşan da û got ku divê mijarên bazirganî û siyasî tevlîhev nebin. Erdoğan got ku ew amade ne bi Amerîkayê re rûpeleka nû vekin û têkliyên xwe bêhtir kûr bikin.

Erdoğan di mijara biryara Ermeniyan de got ku ew ji biryarên meclisa Amerîkayê dilgiranin û divê her dû alî li ser belgeyan mijarê niqaş bikin. Erdoğan dubare kir ku ti pirsgirêkeka wan bi Kurdan re tine ye. Di partiya wî de di ser 50 parlementeran de kesên Kurd hene.

Trump jî di ragihandina xwe de behsa mijara S-400 û F-35an kir û got mijara S-400an zahmete. Trump behsa 5 senatoran kir ku ew jî tevlî hevdîtina Erdoğan bibin. Trump got ku di mijara Bexdadî de Tirkiyê alîkariya wan kiriye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin