Li Meletiyê polîsek û diya wî hatin kustin

Li Meletiyê polîsek û diya wî hatin kustin

PeyamaKurd- Li bajarê Meletiyê bi sedema gengeşeyên li ser arazî, di nava eqrabayan de şer derket û di encamê de bi tivinga nêçîrê polîsekî û diya wî hatin kuştin. Li Meletiyê li navçeya Akçadaxê, di navbera du malbatên ku eqrebayên hevin, pevçûn derket û paşî bû şer. Polîs Bekir Aybar, tevî diya ya bi navê Fatma Aybar bi tivinga nêçîrê hatin kuştin.

Li ser bûyerê tîmên cendirmeyan hatin ciyê bûyerê. Cenazê her du miriyan birin tibba edlî ya Meletiyê. Polîsê ku hat kuştin li Entabê di asayîşê de dixdebitî.

Ji gumanbaran yek ji wan hatiye girtin û cendirme li yê dinê digerin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin