PeyamaKurd – Wezîrê Çand û Turîzmê yê Herêma Kurdistanê Ebdulemîr Hemdanî ragihand ku wê arşîvên komkujiya enfalê yên rejîma Beas ji Amerîkayê bo Kurdistanê bên anîn.
Hemdanî ji medya Kurdistanê re ragihandiye ku piştî ku Amerîka di 2003yan de kete Iraqê, arşîvên îstixbarata Iraqê jî bi xwe re birine ku arşîvên komkujiya enfalê ya li ser Kurdan jî tê de hebûn.
Hemdanî da xuyakirin ku dê belge û arşîvên komkujiya enfalê û kuştinkariya ser cihûyên Iraqê, li hin pêşengehên Amerîkayê bi awayekî ji gel re vekirî bên nîşandan û sala 2021ê jî ew arşîv li Iraqê bên vegerandin.
Di komkujiya enfalê ya ser Kurdan ku 23yê Sibata 1988an hatibû destpêkirin de, bi hezaran Kurd hatibûn qetilkirin ku heta 18ê Adara heman salê berdewam kiribû. Herwiha di tevahiya proseya enfalkirinê de bêhtirî 182 hezar Kurd ji aliyê rejîma Sedam Hisên ve hatibûn qetilkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin