PeyamaKurd - Berdevkê berê yê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê Kolonel Myles B. Caggins li ser êrîşa moşekî ya Îranê bi ser Hewlêrê de, peyamek belav kir.
Caggins dibêje: “Ez ji Xwedayê mezin dixwazim ku gelê Kurdistanê û hêzên Amerîkayê û Hevpeymaniya Navdewletî biparêze.”
Kolonel Myles Caggins di peyama xwe ya ingilîzî de, ji bo selametiya hevalên xwe yên Kurd û Amerîkî yên li Hewlêrê dua dike û bi kurdî jî wiha dibêje:
“Ji Xwedayê mezin dixwazim ku xelkê Kurdistanê û hêzên Amerîkayê û Hevpeymaniya Navdewletî ji hemû belayekê biparêze û duaya xêrê ji bo xelkên bi şeref ên Kurdistanê dixwazim û hêvîdarim Xwedayê mezin pişt û penaha we be.”
Kolonel Myles B. Caggins di navbera Tebaxa 2019 û Îlona 2020an de Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê bû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin