PeyamaKurd - Hat ragihandin ku li gundê Werdiye yê navçeya Şingalê 2 hemwelatiyên kurd ji aliyê kesên nenaskirî hatine revnadin û çarenivisa wan nediyare.
Li gorî zanyariyan hemwelatiyên kurd ên bi navên Bercis Xelîl Ebdo û Cemîl Xidir Rerhan ku xelkê gundê Wirdê ne, di dema vedigerin mala xwe ji aliyê hin kesên nenaskirî ve hatine revandin û çarenivîsa wan nayê zanîn.
Malbat û xizmên wan herdu hemwelatiyan daxwaza lêkolînê û şopandina rewşa wan dikin û dixwazin di demeke nêzîk de çarenivîsa wan were diyarkirin.
Hat zanîn herêma ku herdu hemwelatî lê hatine revandin herêma PKKê ye û guman tê kirin ew ji aliyê PKKê ve hatibe revandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin