Ala Kurdistanê li Kerkûkê hat bilind kirin

Ala Kurdistanê li Kerkûkê hat bilind kirin

PeyamaKurd - Bajarê Kerkûkê piştî xiyaneta 16ê Cotmeha 2017an radestî hêzên Iraqî û Heşda Şeibî hatibû kirin û Alaya Kurdistanê ji ser dem û dezgehan hatibû daxistin. Îro di roja Alaya Kurdistanê de li Dibistana Bilêse ya Kerkûkê ala Kurdistanê digel hemû astengiyên hêzên Iraqê û Heşda Şeibî dîsa jî hat hildan.

Li gor zanyariyan Ala Kurdistanê bi merasîmeke fermî îro 17ê Kanûnê li Dibistana Bilêse ya Kerkûkê hat bilindkirin ku beşek ji berpirsên perwerdeya beşa kurdî û mamoste di merasîmê de amadehî kirin.

Tê ragihandin ku ji doh ve welatiyên Kurd li Kerkûkê alên Kurdistanê bi malên xwe ve dikin û tê çaverêkirin îro çend çalakiyên ciwanan ên pîrozkirina Ala Kurdistanê li Kerkûkê birêve biçin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin