Nêçîrvan Barzanî: Em bi memnûniyet pêswaziya konferansa Hevkariyê û Ortaxiyê dikin

Nêçîrvan Barzanî: Em bi memnûniyet pêswaziya konferansa Hevkariyê û Ortaxiyê dikin

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di ser hesabê xwe yê medya civakî Twitterê de peyamekî belav kir û ragihand ku weka Herêma Kurdistanê, bi xebata serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî Konferansa Hevkariyê û Ortaxiyê ya li Bexdayê têkirin bi memnûniyet qebûl dikin.

Konferansa ku bi serpereştiya hukumeta Iraqê ya li Bexdayê têkirin, lîder û nûnerên Tirkiye, Erebistana Siûdiyê, Urdin, îran, Misir, Kuweyt, Qatar, Îmarat û Fransa tevlî dibin. Bi wan re nûnerên Konseya Ewlehiyê yên Netweyên Yekgirtî, yên G20 ê û sekreterê giştî yê Yekîtiya Ereb jî hene.

Barzanî xwest ku konferans li Iraqê û herêmê di encamê de xizmetekî bo aştiyê û îstîqrarê bike, bibe sedema bidestxistina maf û daxwazên temamên pêkhateyên li welat û di asta herêmê û navdewletî de bibe wesîleya pêşdebirina têkiliyan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin