Îranê, banga baskirina têkiliyan li Tirkiye û Suriyeyê kir

Îranê, banga baskirina têkiliyan li Tirkiye û Suriyeyê kir

PeyamaKurd- Ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Îranê ve li ser aloziya navbera Suriye û Tirkiyeyê daxuyaniyek hat dayîn û li ser hegera operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Rojava jî bang hat kirin ku Suriye û Tirkiye, têkiliyên xwe baş bikin û biçin rêya hevdîtinê.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Nasir Kenanî di daxuyaniyê de bal kişand ser girîngiya lihevkirina Suriye û Tirkiyeyê û xwest ku Şam û Enqere têkiliyên xwe baş bikin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku heger têkiliyên herdu welatan baş bibin, dê bandora vê yekê bi awayekî erênî li berjewendiyên herêmê bike.

Kenanî di dewama daxuyaniya xwe de bal kişand ser ji nû ve damezirandina pêwendiyên siyasî û got,

“Daxuyaniyên ku ji aliyê rayedarên Tirkiyeyê ve tên dayîn, hêviyê didin. Em dixwazin bibînin ku Tirkiye û Suriye têkiliyên xwe ji nû ve baş dikin. Ev yek dê ji bo berjewendiya herdu welatan jî baş be. Li Suriyeyê jî mercên nû derdikevin holê. Hikûmeta Suriyeyê, di şerê li dijî terorê de serkeftineke mezin bi dest xistiye.”

Çavuşoglu, red kiribû

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mewlut Çavuşoglu jî îro di derbarê hegera hevdîtina Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan û Serokê Dewleta Suriyeyê Beşar Esad de daxuyaniyek da û ev îdia red kirin. Çavuşuglu bi rêya daxuyaniyê got, “Ji bo aştiyeke mayînde, divê li Suriyeyê gav bên havêtin û divê rejîma Esad, opozîsyonê wekî terorîst nebîne.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin