Ahmet Turk xwe kir berbijêrê saredariya Mêrdînê

Ahmet Turk xwe kir berbijêrê saredariya Mêrdînê

PeyamaKurd - Parlamentarê berê û Şaredarê Mêrdînê yê ku qeyûm li şûna wî hatibû tayînkirin Ahmet Turk, xwe ji bo hilbijartinên 31ê Adara 2019an kir berbijêrê şaredariya Mêrdînê.

Ahmet Turk dosyeya xwe ya serlêdana namzediya şaredariya bajarê Mêrdînê bo Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) radestî rêxistina bajêr a HDPê kir.

Hat ragihandin ku Ahmet Turk gotiye, ew dê li dijî qeyûmên ku li şûna wan hatine danîn têbikoşin û bi ser bikevin.

Ahmet Turk piştî serlêdana namzediyê ragihandiye ku ew dê çewtiyên deshilatdariya niha bi hemû hêza xwe ve ji gel re vebêjin û dê têkoşînê li dijî qeyûman bidin.

Ahmet Turk di sala 2014an wekî Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê digel Februniye Akyol hatibû û 16ê Mijdara 2016an jî bi biryara hikûmeta Tirkiyê ji kar hatibû dûrxistin û li şûna wî parêzgarê Mêrdînê wekî qeyûm hatibû tayînkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin