Balafirên Tirk Amêdiyê bombebaran kir: Projeyeke avê hat têkdan

Balafirên Tirk Amêdiyê bombebaran kir: Projeyeke avê hat têkdan

PeyamaKurd – Balafirên şer ên Tirkiyê îro piştî nîvro bi hinceta hebûna PKKê, li nav sînorên navçeya Amêdiyê  ya Duhokê, Geliyê Bazê yê sînorê Kanî Masê û herêma Berwarî Bala bombebaran kir.

Li gorî zanyariyên destpêkê di encama bombebaranê de ziyaneke madî li ser herêmê çêbûye.

Rêveberê nahyeya Kanî Masê Serbest Sebrî ji medya Kurdistanê re re ragihandiye ku di encama bombebarana balafirên şer ên Tirkiyê ya bi ser Geliyê Bazê de projeyeke avê hatiye têkdan û zirar gihîştiye 4 xaniyan niştecihên deverê.

Derbarê ziyanên canî de hîn ti agahî nehatine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin