Nêçîrvan Barzanî û Qubad Talebanî besdarî sîna Dîzeyî bûn

Nêçîrvan Barzanî û Qubad Talebanî besdarî sîna Dîzeyî bûn

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistan Neçîrvan Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, îro 17ê Çile beşdarî şîna karsaz Pêşrewş Dizeyî û keça wî Jîna Dizeyî bûn ku di êrîşa moşekên balîstîk ên Îranê de hatibûn qetilkirin.

Di şîna malbata Dizeyî de, ji bilî Nêçîrvan Barzanî û Qûbad Talebanî gelek kesayetên naskirî beşdarî kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, Nêçîrvan Barzanî, sersaxî daye malbatê û hevxemiya xwe ya kûr bo wan nîşan daye.

Serok Mesûd Barzanî jî doh di merasîma cenazeyê Pêşrew û Jîna Dizeyî de amadehî kiribû.

Di êrîşa moşekên balîstîk a şeva 15ê Çile de, 5 kesên sivîl can dabûn û 16 kes jî birîndar bûbûn.

Hikûmeta Iraqê herî dawî ji bo rawestandina êrîşên Îranê giliyê Îranê lgi Neteweyên Yekbûyî kir û civîna li Davosê ya ligel wezîrê derve yê Îranê bi Mesrûr Barzanî û Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî re jî hate betalkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin